Rêberê olî yê Îranê: DYE têkçûnek mezin jiya
Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Mucteba Xamaney, îdîa kir ku di şerê Îsraîl û DYE ya du mehan de Washingotn têkçûnek mezin jiya.
Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Mucteba Xamaney, îdîa kir ku di şerê Îsraîl û DYE ya du mehan de Washingotn têkçûnek mezin jiya.
Mucteba Xamaney, di daxuyaniya xwe ya nivîskî ku li ser televîzyona dewletê hate weşandin de, got ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê di operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî Îranê de têkçûye.
Xamaney, destnîşan kir ku piştî êrîşa leşkerî ya berfireh a ku du meh berê dest pê kir, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê têkçûneke giran jiyaye û got ku ji îro û pê ve qonaxeke nû dest pê dike.
Rêberê olî, destnîşan kir ku ev pêşketin bi taybetî ji bo herêma Kendavê û Tengava Hurmizê destpêka qonaxeke nû ye.
Ev daxuyanî du meh piştî destpêkirina şerê ku bi êrîşên Îsraîl û DYE li ser Îranê dest pê kir, hate parvekirin.
Rayedarên Îranê, her carê îdîa dikin ku li dijî êrîşan berxwedan bi ser ketiye û lê li aliyê din Serokê DYE Donald Trump jî îdia dike ku li dijî Îranê serkeftin bi dest xistiye.
Hat ragihandin ku Xamaney di dema êrîşan de birîndar bûye û ji dema hatî ser desthilatdariyê û vir ve derneketiye pêşberî raya giştî.